Li gundewarên Siwêdayê şer derket

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikumetê careke din agirbest binpê kirin û êrişî pêk anîn. Fermandariyê diyar kir ku wan bersiva êrişan da.

Li gundewarên Siwêdayê şer derket
4 gulan, 2026   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta demkî duh (5 Gulan 2026) agirbest binpê kirine û nuqte û qadên niştecihan topbaran kirin. Di daxuyanyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bersiva êrişan da û şer rû da.

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin "Hêzên hikumeta demkî ya terorist bi çekên giran, guleyên hawnan û dronan êrişî taxên niştecihên Siwêda, bajarokê Itêl û nuqteyên hêzên me kirin.

Êriş ji nuqteyên hêzên hikumeta demkî yên li gundên Welfa, Mensûra, Rîma Hazim ên dagirkirî yên li rojava û bakurê rojavayê Siwêdayê dest pê kirin. Ev êriş binpêkirineke aşkerayî ya agirbestê ye. Di heman demê de hewldaneke ji bo têkbirina aramiya herêmê ye."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Hêzên Parêzvanên Nîştimanî bi rêbazên guncaw bersiva êrişê dan û hin çekdarên hêzên hikumeta demkî birîndar bûn.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê di dawiya daxuyaniyê de destnîşna kir ku her êrişek li dijî xelkê Siwêdayê an jî nuqteyên hêzên parêzvan dê bi xurtî were bersivdayîn.

(bb)