Rûsya belavkirina hêzên rojavayî li Ukraynayê red kir

Rûsya belavkirina hêzên ewropî an jî yên NATO’yê li  Ukraynayê red kir.

Rûsya belavkirina hêzên rojavayî li Ukraynayê red kir
1 sibat, 2026   14:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Alexander Grushko bicihkirina hêzên leşkerî yên Ewropa an NATO’yê li Ukraynayê red kir û got, hebûna biyanî gefê li ser ewlehiyê çêdike û riska rageşiyê zêde dike.

Grushko ji Ajansa Nûçeyan a Novosti re anî ziman ku helwesta Rûsyayê nayê guhertin û got: " Di navbera leşkerên cilên bi nîşanên NATO an Yekitiya Ewropayê li xwe dikin de tu ferqek bingehîn tune ye. Endametiya Ukraynayê di NATO’yê de an hebûna leşkerên biyanî qet nayê qebûlkirin."

Wezîrê Dervên Derve yê DYA’yê Marco Rubio daxuyaniyek dabû û behsa planên bicihkirina hêzên leşkerî yên Fransa û Brîtanyayê bi piştgiriya Washingtonê, li ser axa Ukraynayê kiribû.

Grushko ev daxuyanî bi ’’sorkirina li ser berdewama şer’’ bi nav kir.

(b)