28 parlamenterên Îngilîstanê: Divê Rêveberiya Xweser were parastin

Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilîstanê Jeremy Corbyn ji bo naskirina statûya Rojava pêşnûmekî pêşkêşî Parlamentoya Ingilistanê kir. 28 parlementeran jî piştgirî dan pêşnûmeyê.

28 parlamenterên Îngilîstanê: Divê Rêveberiya Xweser were parastin
1 sibat, 2026   14:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Partiya Karkeran a Îngilîstanê Jeremy Corbyn mijara naskirina statûya Rojavayê Kurdistanê anî rojeva Parlementoya Ingilîstanê. Corbyn bi armanca parastina Rêveberiya Xweser pêşniyarpirsek pêşkêşî parlamentoyê kir. Heta niha 28 parlementeran piştgirî daye pêşnûmeyê.

Ji hemû partiyên li Parlamentoyê wekîlan piştgirî dan pêşnûmaya Corbyn. Ji Partiya Karkeran Brian Leisman, Long Bailey, Neil Duncan, ji Partiya Keskan Carla Denyer, Sian Berry, Dr Elli Chowns û Galler Plaid Cymru parlamenter Liz Saville Robert’s, Ben Lake, Ann Davies, ji Parlamenterê SNPê Logan Seamus, ji Partiya Lîberal Demokrat Jardine Christine, Andrew George, ji Partiay DUP a ji Îrlandaya Bakur Jim Shannon pêşnûme îmze kirin.

‘BILA HIKÛMETA INGILÎZ JI BO QEBÛLKIRINA STATÛYA GELÊ KURD BIXEBITE’

Di pêşnûmeyê de tê xwestin, mafên civakî û siyasî yên gelê Kurd bêne naskirin. Di pêşnûmeyê de tê destnîşankirin ku ji bo naskirina ziman, nasname û xwerêveberiya Kurdan li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê cih bigre.

Jeremy Corbyn helwesta gelê Kurd silav kir û got: “Daxwazên rewa yên gelê Kurd û nasnameya Kurd li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye û welatên din gelek caran hatin tepisandin. Li Sûriyeyê bi rengekî eşkere ji bo hemû gelan û zimanan naskirin û nasname pêwîst e; lê belê pêwîstî bi dagirkeriya leşkerî ya li ser herêmên Kurdan yanî Rojava nîne. Pêwîstiya gelê Kurd bi êrişên leşkerî nîne. Li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê pêwîstî bi naskirina mafên gelê Kurd heye.”

Corbyn ev bang li gelê Kurd kir: “Ez dibêjim, em bi hev re bixebitin. Ji bo xurtkirina nasnameya Kurd em bi hev re bixebitin. Li hemberî hovîtiya êrişên leşkerî ku bi salan li gelek deveran bû sedema mirina gelek mirovan, ji bo parastina gelê Kurd em bi hev re bixebitin. Ji bo Rojava em bi hev re bixebitin û bi hev re biparêzin. Ez piştgiriyê didim gelê Kurd.”