Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê li navçeya Pirsûsê bang li rêyedarên Tirkiyê kirin ku deriyê sînorê Kobanê vebike û alîkariya mirovî bigihîje Kobanê.

Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin
1 sibat, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Parastin û Hevgirinê ya Bajêrê  Amedê 25 barhilgirên alîkariyê ji bo Kobanê şand. Lê Tirkiyê nehişt ku ev alîkarî derbasî Kobanê bibe.

Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê ku di nav de baroyên herême, saziyên hiqûq û demokratîk hebûn li navçeya Pirsûs a Rihayê bang li rêyedarên Tirkiyê kirin ku deriyê sînorê kobanê vebike û da ku alîkariya mirovî bigihîje Kobanê.

Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê têkildarî mijarê li Qada navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Bila korîdorê mirovî bê vekirin” û “Em li gel Rojava ne Rojava berxwedana gelan e” hatin vekirin. “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVÎ YE’

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hat xwendin. Abdullah Oncel anî ziman ku herî zêde welatiyên sivîl di şer de bandor dibin û wiha got: “Dewlet her tim ji bo Rojava hincetên polîtikayên ewlehiyê nîşan dide. Lê li qadê encamên vê yên mirovî behtir derdikevin pêş. Girtina sînorê Kobanê ne ewlehiya sînorê lê polîtikayeke siyasî ye. Em girtina sînorê Kobanê qebûl nakin. TIRên ji bo alîkariya welatiyên Kobanê jî hatinê sekinandin. Astengkirina alîkariya mirovî cezakirina mirovan e binpêkirina mafên miroviyê. Em li vir bang li desthilat û rêyedarên dewletê dikin ku sînorê Kobanê vêbibe û alîkarî bigehêje Kobanê. Her wiha divê kolîdoreke mirovî avabibe. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Îro weke Roja Piştevaniyê ya bi Rojava re hatiye ragihandin. Em jî ji bo piştgiriyê li vir in. Ew êriş di heman demê de êrişên tolhildanê ne. Em jî li dijî vê yekê li rex berxwedana Rojava ne. Divê koîdora mirovî vebibe.”