Rûsya bajarokekî Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li rojhilatê Ukraynayê bajarokek kontrol kir, 460 leşkerên Ukraynayê kuştiye, 31 dron û 3 maşîneyên leşkerî îmha kirine.

Rûsya bajarokekî Ukraynayê kontrol kir
13 cotmeh, 2024   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan bajarokê Mikhailivka ya herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên Rûsyayê 11 êrişên dijber ên Ukraynayê şopandin, nêzî 460 leşkerên Ukrayînî kuştine û 3 maşîneyên leşkerî îmha kirin.

Hêzên Parastina Hewayî ya Ukraynayê jî ragihand ku wê duh bi şev 68 dron û 4 moşek avêtine Ukraynayê û ev agahî li ser Telegramê parve kir " 2 moşekên balîstîk ên Îskander-M herêmên Poltava û Odessa û 2 moşekên hewayî yên KH-59 jî herêmên Çernîhîv û Sûmiyê kirin hedef. 31 dron hatin îmhakirin û 36 dronên din windayî ne, dibe ku ji aliyê yekîneyên elketronîk ên şer ve hatibin astengkirin. Yên mayîn jî hîna li hewa ne."

(bb)