Li Sûdanê di êrişek hewayî de 23 kes mirin

Li paytexta Sûdan Xertûmê di êrişeke hewayî ya li nêzî bazarekê de herî kêm 23 kes mirin.

Li Sûdanê di êrişek hewayî de 23 kes mirin
13 cotmeh, 2024   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Sûdan, Xertûmê di encama êrişek hewayî de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. Derbarê mijarê de “Şaneyên Destwerdana Lezgîn” ku torek ji wezîfedarên rizgarkirinê yên dilxwaz ên Sûdanî ye, daxuyaniyek li ser Facebookê weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Roja Şemiyê piştî nîvro li başûrê Xertûmê, di êrişa hewayî ya li ser bazarekê de 23 kes hatin kuştin, zêdeyî 40 kes jî birîndar bûn.”

Hêjayî gotinê ye ji Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya General Abdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn a bi serkêşiya alîkarê wî yê berê General Mihemed Hemdan Deglo de şer diqewime. Di encamê de heta niha bi deh hezaran kes hatin kuştin û xisareke mezin li binesaziya Sûdanê bû.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî zêdeyî 10 milyon mirov ji cih û warê xwe bûn.