Rûsya bajarokekî Kharkiv kontrol kir

Rûsya ragihand ku li herêma Kharkiv bajarokek kontrol kir û diyar kir ku bi Kîêvê re ji bo valakirina herêma Kursk a Rûsyayê ku Ukraynayê jî beşek ji wê kontrol dike, li hev kiriye.

Rûsya bajarokekî Kharkiv kontrol kir
24 sibat, 2025   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan bajarokê Topolly ê herêma Kharkiv kontrol kiriye.

Çavkaniyekî berpirs ji Spûtnîkê re got hêzên Rûsyayê li bakur û bakurê rojavayê Novochertovaty bi pêş de çûye û giştiye ber her du gundên Skondnoye û Dnepronerzhyayê.

Li aliyekî din jî Rûsyayê diyar kir ku îro wê û Ukraynayê li ser derxistina şêniyan ji herêma Kursk a Rûsyayê ku Ukraynayê jî beşek ji wê kontrol dike, li hev kiriye.

(fr)