Li Dêrazorê têkildarî avakirina siberojeke demokratîk panel

Beşdarên panela diyalogê ya li Dêrazorê diyar kir ku ji bo Sûriyeyê pêwîstî bi avakirina siberojeke demokratîk, yekkirina ked û hevkariyê di navbera tevahî aliyan de, heye.

Li Dêrazorê têkildarî avakirina siberojeke demokratîk panel
Li Dêrazorê têkildarî avakirina siberojeke demokratîk panel
Li Dêrazorê têkildarî avakirina siberojeke demokratîk panel
Li Dêrazorê têkildarî avakirina siberojeke demokratîk panel
24 sibat, 2025   17:59
DÊRAZORÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê paneleke diyalogê li dar xist. Di panelê de geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê û pêvajoya veguhastinê ya ku Sûriye tê re derbas dibe, hatin nîqaşkirin.

Di panelê de pirsên der barê pêşeroja Sûriyeyê nexasim piştî hilweşîna saziyên hikumetê wekî parlamento, xizmetên giştî û birêvebirina karûbarên welatiyan de hatin kirin û bersivandin.

Di panelê de endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD’ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Silêman Ereb axivî û nîqaşên li ser pirsên der barê asta alîgiriya gelê Sûriyeyê ji bo komên îslamî de kirin û hişyarî da ku hin ji wan koman nexasim Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) rihetiya gel a piştî ketina rejîmê ji bo xwe bi kar bînin.

Ereb got: “HTŞ’ê piştî ku hin deveran kontrol kirin, hikumeteke demkî û komîteyên girêdayî xwe ava kirin."

Ereb anî ziman ku pêwîst e bi dûrketina ji şerekî nû ya nexweyî heye û teqezî bi rola aştiyane ya Rêveberiya Xweser di beşdarbûna avakirina Sûriyeyeke nû û çaksazkirinê de heye.

Di dawiya axaftina xwe de Ereb bang li tevahî aliyan kir ku hewldanên xwe bikin yek û hevkariyê xurt bikin da ku pêşî li astengiyên li hemberî îstîqrar û geşkirina welat disekinin, bigirin.

(fr)

ANHA