Şandeyeke hunermendên Sûriyeyê serdana Rêveberiya Xweser kir

Şandeyeke hunermendên ji parêzgehên cuda yên Sûriyeyê, serdana Rêveberiya Xweser kir.

24 sibat, 2025   15:50
REQA

Şandeyeke hunermendên Sûriyeyê yên ji Şam, Hums, Selemiyê, Siwêda û Laziqiyê, duh serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgirê wan Cibraîl Şemûn ve hate pêşwazîkirin.

Hevserokan bixêrhatina hunermendan kir û tekezî li ser girîngiya çalakiyên hevbeş ji bo parastina mîrateya çandî û cihêrengiya Sûriyeyê kir.

Hevserokan diyar kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî rêgezên demokrasiyê û pirrengiya siyasî û çandî tê birêvebirin û bal kişand ser rola sereke ya jinan a di Rêveberiya Xweser de.

Hunermendan jî îşaret bi ezmûna Rêveberiya Xweser û jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hunermendan got divê ezmûna Rêveberiya Xweser li herêmên wan jî were pêkanîn.