Rûsya bajarokekî din ên Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku artêşê bajarokê Valentinovka yê li herêma Donetskê xistiye bin kontrola xwe û li rojhilatê Ukraynayê pêşveçûna xwe didomîne. Kîevê jî ragihand ku wê cenazeyên 909 leşkerên Ukraynayê wergirtine.

Rûsya bajarokekî din ên Ukraynayê kontrol kir
18 nîsan, 2025   15:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên Rûsyayê bajarokê Valentinovka yê li herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê kontrol kir. Wezaretê roja Pêncşemê jî ragihand ku wê bajarokê Pryabrazhenka ya li heman parêzgehê, ku dikeve rojavayê Pokrovsk, li nêzîkî sînorê parêzgehê bi parêzgeha Zaporizhia re, kontrol kir.  Roja Çarşemê jî wezaretê ragihandibû ku hêzên Rûsyayê bajarokê Kalinovo yê girêdayî herêma Donetsk kontrol kirine.

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku Kîev termên 909 leşkerên Ukraynayê yên ku di şer de hatine kuştin, wergirtine.

(bb)