Rojnews: Dewleta Tirk di 18 rojan de hezar û 500 caran êriş kir

Rojnewsê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêka vê mehê ve zêdetirî hezar û 500 êriş li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê kirine.

Rojnews: Dewleta Tirk di 18 rojan de hezar û 500 caran êriş kir
18 nîsan, 2025   16:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, ji destpêka vê mehê ve dewleta Tirk a dagirekr zêdetirî hezar û 500 êriş li ser Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê pêk anîne.

Rojnewsê aşkera kir ku êrişên artêşa dagirker li ser 20 herêm û gundan hatine kirin ku hin ji wan ev in: Xakurk, Erxan, Kanî Sarik, Zîvik, Girê Kevin, Dêriş, Mij, Girkaş, Yek Mal, Girê Zengîl, Serê Metîna, Bişilî, Şîlaz, Gare, Tel Bihar û Amêdî.

Ajansê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, çekên giran, top û balafirên keşfê hin herêm kirine hedef û diyar kir ku ev êriş bûne sedema wêrankirina mal û milkên welatiyan û koçberkirina gundiyan.

Dewleta Tirk a dagirker 82 baregeh li Iraq û Başûrê Kurdistanê ava kirine ku beşek ji wan zêdetirî 200 kîlometreyan di kûrahiya axa Iraqê dene.Her wiha bi dehan nuqteyên çavdêriyê jî hene.

(bb)