Rûsya: Artêşa Ukraynayê çekên qedexekirî bi kar tîne

Şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam dike. Moskovê ku pêşketinên berfireh li rojhilatê Ukraynayê ragihand, aşkera kir ku artêşa Ukraynayê çekên jehrî yên ku di asta navneteweyî de qedexe ne bikar tîne.

Rûsya: Artêşa Ukraynayê çekên qedexekirî bi kar tîne
1 tîrmeh, 2025   15:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku li Komara Gel a Donetskê ya Ukraynayê depoyek veşartî hatiye dîtin. 

Li gorî heman dezgehê, di depoyê de teqemeniyên destçêkirî hebûn, ev teqemenî ji bo xistina dronan hatibûn amadekirin û madeya jehrî ya kloropîkrîn hebû  ku li gorî Peymana Çekên Kîmyewî qedexe ne.

Di daxuyaniya dezgehê de hatiye gotin, depo bi hevkariya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îlyinka yê navçeya Kurakhovsky ya Donetskê hatiye dîtin. Her wiha îşaret bi vê yekê hat kirin ku tevî teqemeniyên plastît jî, madeyeke jehrîn hatine desteserkirin.

Rayedarên Rûsyayê dan zanîn ku wan li gorî madeya 355’an a Qanûna Cezayê ya Rûsyayê ya der barê çekên qedexekirî de lêpirsînek cezayî dane destpêkirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan êrişên hewayî li ser tesîsên Ukraynayê pêk anîne. Li gorî wezaretê, navendên fermandariyê, kargehên çêkirin û depokirina dronên êrişkdar, cihên komkirina cebilxaneyê û navendên kontrolê hatin hedefkirin.

Di daxuyaniya îro ya wezaretê de hate diyarkirin 148 xalên demkî yên belavbûna leşkerên Ukraynayê jî kirine hedefkirin. Her wiha hate destnîşankirin di nav 24 saetên dawîn de zêdetirî 1350 leşkerên Ukraynayî li deverên wekî Sumy, Kharkiv, Donetsk, Zaporizhzhia û Xerson hatine kuştin.

Wezaretê her wiha daxuyand ku wan hejmareke mûşek û topên welatên rojavayî, di nav de sê mûşekên Storm Shadow yên Brîtanî, 5 bombeyên JDAM, û sê mûşekên HIMARS ên Amerîkî û her wiha 173 dronan, xistine.

Li aliyekî din jî Serokê Komara Udmurtiyayê ya Rûsyayê, Alexander Brechalov, piştrast kir ku di êrişa dronê ya vê sibehê de ya li dijî ku cihekî pîşesaziyê li bajarê Izhevsk ê Rûsyayê  hin kes hatine kuştin û hin bi giranî birîndar bûne.

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Şer a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku AFP’ê weşandin, hêzên Rûsyayê di Hezîrana îsal (2025) de mezintirîn pêşketinên xwe yên axê ji payîza 2024’an vir ve bi dest xistin. Li gorî daneyan, hêzên Rûsyayê 588 kîlometreçargoşe ji axa Ukraynayê bi dest xistiye ku piraniya wê li herêma Donetskê ye.

Hate diyarkirin ku Moskov êdî ji 19 axa Ukraynayê kontrol dike, di nav de hin beşên Donetsk, Zaporozhye, Xerson û Sumyê hene.

(bb)