Li bîrên 3 gundên Qamişloyê pergala enerjiya tavê hat siwarkirin

Rêxistina Heyva Sor a Kurd ragihand ku li bîrên 3 gundên bajarê Qamişloyê pergala enerjiya tavê siwar kiriye û ji bo gundekî dîtir jî xebat didomin.

Li bîrên 3 gundên Qamişloyê pergala enerjiya tavê hat siwarkirin
1 tîrmeh, 2025   16:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a projeya “Enerjiya Rojê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” bi Medico international “ re, rêxistina Heyva Sor a Kurd pergala enerjiya tavê li ser bîrên avê yên li gundên Necmok, Girbawî û Herem Reş danî.

Rêxistinê diyar kir ku ev gund demeke dirêj e zehmetiyên peydakirina enerjiya kehrebê ya bingehîn dikişînin û wê yekê hişt ku şênî di peydakirina avê de zehmetiyên mezin bikişînin.

Her wiha rêxistinê destnîşan kir ku vê yekê bi xwe re guhertineke erênî di jiyana rojane ya şêniyan de çêkir, li kêlek wê jî pirsgirêka avê çareser kir. Ji bo jîngehê û aboriyê jî ev pergala enerjiya tavê xwedî bandoriyeke erênî ya berbiçav e. Rêxistinê aşkera kir ku ji bo temamkirina projeyê li gundê Xerabê Kûrtî xebat dewam dikin.

(fr)