Li Hums û Laziqiyê 4 kes hatin revandin

SOHR’ê diyar kir ku li Hums û Laziqiyê di  rojên dawîn de 4 kes winda bûn û hatin revandin.

Li Hums û Laziqiyê 4 kes hatin revandin
1 tîrmeh, 2025   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan  a Sûriyeyê (SOHR), beriya çend rojan du bira ji xelkê bajarokê Hedîda yê gundewarê rojavayê Humsê, dema di deriyê sînor ê Erîdayê re diçûn Lubnanê winda bûm. Heya niha agahî herdu birayan nayê zanîn.

SOHR’ê da zanîn ku  28’ê Hezîranê li bajarê Qirdaha yê Laziqiyê dema ku ji Ceblê ji kar vedigeriya mal hat revandin, di 29’ê Hezîranê de jî ciwanek ji gundê Eyn Tîna yê Humsê dema ji gundê Meacîrê ji kar vedigeriya winda bû.

Heman çavdêriyê diyar kir ku berbanga 28’ê Hezîranê şêniyek ji gundê Xizêmiyê yê Qirdahayê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin. Hate diyarkirin ku kesên wî revandina fidiya 500 mîlyon lîreyên Sûriyeyê ji malbata wî xwestine.

Tevî bangewaziyên malbatan, lê saziyên li hemberî van rûdanan saziyên eleqedar bêdeng in.

(bb)