Rûsya 51 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê duh bi şev 51 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine.

Rûsya 51 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistin
27 cotmeh, 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê  bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên parastina hewayî yên artêşa Rûsyayê, duh bi şev 51 balafirên bêmirov ên Ukraynayê xistine.

Di daxuyaniya ku li ser ˈTelegramêˈ weşandiye de ev agahî hatin parvekirin: "Li herêma Tambov a ku 450 kîlometre li başûrê rojhilatê Moskovayê ye 18 dron û li herêma Belgorodê ya sînorî 16 dron hatin xistin. Dronên din jî li herêmên Voronezh, Oryol û Kurskê yên li başûrê Rûsyayê hatin xistin."

Waliyê herêma Tambovê Maksîm Egorov ragihand ku balafireke bêpîlot a Ukraynayê li herêma Miçurînskî ketiye û di encaêm de şewat derketiye. Egorov diyar kir ku zerar çênebûne.

(şx/bb)