Karkerên birîndar behsa kêliyên êrişê kirin

3 karkerên jin ên Kargeha Zozan a Mast û Penêr  kêliyên bombebarankirina kargehê ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve vegotin.

Karkerên birîndar behsa kêliyên êrişê kirin
27 cotmeh, 2024   11:38
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ

Balafirên dewleta Tirk a dagirker Kargeha Zozan a Mast û Penêr a li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê bombebaran kir.  Di encamê de 3 karkerên jin birîndar bûn û kargeh rawestiya.

Emel Mihemed ji lingê xwe de, Xezale Henîf Îbê ji piştê xwe de û Yusra Ebdulhey ji lingê xwe de birîndar bûne.

Her sê karker ji nûçegihana me re axivîn û behsa kêliya bombebaranê kir.

Emel got: "Em li pêşiya kargehê li benda şîr bûn. Ez derbasî kargehê bûn da ku depoya şîr paqij bikim, lê balafiran êrişî kargehê kir û ez ji lingê xwe de birîndar bûm."

Xezale jî got: "Dema balafirê êriş kir min karê xwe dikir. Ez ji piştê xwe de birîndar bûm û ji bo dermankirinê ez derbasî nexweşxaneya Dêrikê bûm."

Xezale wiha domand: "Em ji dewleta Tirk re dibêjin; tu çi ji me dixwazî? Em ji bo peydakirina debara xwe kar dikin."

Yusra jî behsa zirarên li kargehê hatine kir û got: "Ez ji lingê xwe de birîndar bûm. Min xwîn ji dest dide ji ber wê ji ser hişê xwe ve çûm. Dûre min birin nexweşxaneyê. Lê gelek zirar li hundirê kargehê hatiye."

Her wiha Kargeha Turikên Naylon a li gundê Mîrga Mîran ê li bajarê Dêrikê jî hatibû bombebarankirin û di encamê de rawestiya.

(şx/k)

ANHA