Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk bi dawî bû

Di Kongreya "Rêya Sûriyeya Demokratîk" ya li Brukselê ku duh êvarî bi dawî bû de, sekreteriyeke giştî ku ji 23 endaman pêk tê hate hilbijartin.

Kongreya Rêya Sûriyeya Demokratîk bi dawî bû
27 cotmeh, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya "Rêya Sûriyeya Demokratîk" 25 û 26`ê Cotmehê, bi beşdariya  zêdetirî 100 nûnerên aliyên siyasî û kesayetên demokratîk ên serbixwe yên ji Sûriyê û derve li paytexta Balîçka Brukselê hate lidarxistin.

Di roja yekemîn a kongreyê de bi navê komîteya amadekar axafin hate kirin û behsa pêvajoyên amadekirina kongreyê û aliyên piştgiriya vê xebatê kirine mîna Navenda Olaf Palme ya Swêdê hate kirin.

Her wiha nûnerê Navenda Olaf Palme got ew ê piştgiriya hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bidomînin.

Bi navê Komîteya Siyasî ya Siwêdayê jî axaftin hate kirin. Komîteyê destnîşan kir ku ji bo rola pêkhateyên civakê di rêveberiyê de bê dabînkirin, nenavendîbûn gelekî girîng e.

Piştî axaftinan kongre li ber dezgehên çapemeniyê girtî berdewam kir. 

Di kongreyê de sekreteriyeke giştî ya ku ji 23 endaman pêk tê hate hilbijartin.

Kongrê duh êvarê kongre bi dawî bû. Çaverê ye ku encamnameya kongreyê were aşkerekirin.

(şx/k)

ANHA