Rûsya 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin

Rûsyayê ragihand ku wê du bajarok li Zaporizhzhia û Kharkiv kontrol kirine û 808 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsya 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin
22 tîrmeh, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Blagodatne yê kantona Zaporizhzhia ya başûrê rojhilatê Ukraynayê û bajarokê Artelne yê kantona Kharkivê kontrol kirnie.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin, pergalên parastina hewayî ya Rûsyayê 808 dronên Ukraynayê xistine xwarê û du qaîdeyên avêtinên mûşekên peravî yên ‘‘Neptûn‘‘,  îmha kirin, her wiha  di dema operasyonên li Zaporizhzhia de qadeke parastinê ya mezin kotrol kir.

Li gorî wezaretê, kontrolkirina Blagodatneyê şert û mercên pêşdeçûna ber bi herêma xaçerêya kantonên Zaporizhzhia û Dnipropetrovskê ve ava kirin.

(bb)