Li Fransayê ji ber pêla germê 5764 kes mirin

Li Fransayê ji ber pêla germê ya di navbera 17‘ê Hezîranê û 2‘yê Tîrmehê de 5 hezar û 764 kes mirin.

Li Fransayê ji ber pêla germê 5764 kes mirin
22 tîrmeh, 2026   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Tenduristiya Giştî ya Neteweyî ya Fransayê ragihand ku ji ber pêla germê ya di navbera 17‘ê Hezîranê û 2‘ê Tîrmehê de li welat xistiye 5 hezar û 764 kes mirin. Ajansê ev dane wekî ya herî bilind ji sala 2003‘an vir ve destnîşan kir.

Li gorî ajansê, derdora nîvê miriyan di 3 rojan anku di navbera 25 û 27‘ê Hezîranê de hatin tomarkirin. Her wiha destnîşan kir ku kesên mirine ji 15 salî ve dest pê dike ji hemû temenan e û mirina kesên jora 45 salî bi awayekî ber bi çav hat tomarkirin.

Ajansê da zanîn ku pêla germê ji sedî bandor li nêzî 98.5 nifûsa welat kir û li 92 kantonan xistiye.

(bb)