Şirketa ‘‘Wildberries‘‘ bû hedefa dronên Ukraynayê

Ukrayna 2 depoyên Şirketa Wildberrys a Rûsyayê bombebaran kirin. Hate zanîn ku jinek hat qetilkirin û 3 kesên din birîndar kir. Kîevê îdia wê li navendên lojîstîkê yên ku destekê didin artêşa Rûsyayê xistiye.

Şirketa ‘‘Wildberries‘‘ bû hedefa dronên Ukraynayê
22 tîrmeh, 2026   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Şirketa Wildberriesê ya Rûsyayê ya firotina bi rêya online Tatyana Kim got dronên Ukraynayê du depoyên şirketê yên li bajarên Krasnodar û Nevinnomysskê yên li başûrê welêt bombebaran kirin.

Ajansa Reuteresê dîmenê dûmana li ser depoya Kransndarê rabûye weşand. Waliyê herêmê ragihand ku di bombebaranê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

 Wildberries platforma herî mezin a bazirganiya elektronîkî li Rûsyayê ye. Gelek kes wê wekî "Amazona Rûsyayê" bi nav dikin.

Ukraynayê jî îdia kir ku wê navendên lojîstîkê yên ku destekê didin Rûsyayê  kiriye hedef. Kremlinê ev îdia red kir û destnîşan kir ku rola şîrketê di destekkirina leşkerî de tune ye.

(bb)