Rûsya: 16 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê derengî şevê li herêmên sînorî yên başûr û rojavayê welat 16 dronên Ukraynayê xistine.

Rûsya: 16 dronên Ukraynayê hatin xistin
4 ÇILE, 2025   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin "Pergala me ya parastinê li herêma Smolenskê 3, li herêma Belgorodê 1, li herêma Bryansk 10, li herêma Pskov 1 û li herêma Lenîngradê 1 dron xistin xwarê.”

Li gorî waliyê herêma Volgogradê Andrey Bocharov, di encama êrişê de tu ziyan û wêranî çênebûye.

(bb)