Ev hê lê lê ye, hîna lo lo maye-NALÎN DICLE

Ev hê lê lê ye, hîna lo lo maye-NALÎN DICLE
4 ÇILE, 2025   07:30

Gelên Sûriyê 15’ê Adara 2011’an di dîmeke ku bayê bihara azadiyê li herêmê serwer bû de,  destpêkê jin û hemû kesimên azadîxwaz bihêviya guhertina rêveberiya dîkdator a BAAS’ê  û ji bo avakirina rêveberiyek demokratîk serî hildan. Lê mixabin bi destwerdana hêzen derve raperîna Sûriyê, bi destwerdana komên cihadîst ên girêdayî hêzên derve, herêm  veguherîn qonaxeke şerê wekaletê yê demdirêj. Di encama vî şerî de li  suriyê malwêranî , koçberî, xizanî, komkujî,  her cûre  binpêkirinên mafan  serwer bû. Ger gotin di cih de be; mirin nîşan dan û xwestin bi tayê bidin razî kirin.

 Dawiya dawî di 8’ê Kanûnê de rêjîmeke dîkdator a BAAS’ê ku rizandineke mezin dijiya, hilweşiya.  Bi hilweşîna vê rejima dîkdator re her çend hêviyên  avakirina sûriyeyek nû  geş bibe jî, lê  kiryarên Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ) yên heta niha ev hêvî çilmisand. Hîna mehekî  desthilatdariya HTŞ’ê tije nebûye,   fikarên ku di siberojê de wê xelk xweziya xwe bi Rêjîma Esad  bîne çêbûye. Bi taybetî  kiryarên hovane yên li ser pêkhatiya Elewiyan, tirsa ku  heman kiryar li ser pêkhatiyên din jî wê bêne kirin serwer e. Li aliyekê tirsa ewlekariya can û mal, li aliyê din jî her  diçe xeteriya li ser siberoja Sûriyan  zêdetir dibe. Destpêkê Colanî ji bo xwe bide pejirandin her çend peyamên nerm dabe jî, lê bi daxuyaniya xwe ya herî dawî diyar kir ku heta 4 salan hilbijartin nîne. Desthilata cihadist a selefî, di nava van 4 salan de dixwaze hişmendiya xwe rêxistin û vesaz bike û wiha desthilatdariya xwe mayinde bike. Rewşa heyî nîşan dide ku pêvajoyek kaotîk, xeter li pêşiya gelên sûriyê ye.

 Dîsa ruxmê ku hîna guhertina zagon û makezagona Sûriyê nehatiye çêkirin jî, lê  ji niha de  HTŞ a cihadist destwerdana minhacên perwerdê kir. Di ferman nameya ku ji aliyê HTŞ’ê ve  hatiye weşandin de, bi guhertina minhacê pergala perwerdê ber bi pergaleke cihadîst ve dibe. Bi van guhertinan, hem pergala perwerdê ji zanistê dûr dixe, ber bi hişmendiya olperestî, mezhebperestî ve dibe. Bi guhertina minhacê, bi  feraseta dîrokek yekalî wê  nifşekî tundraw a  ji zanistê dûr bide çêkirin.

 Desthilata HTŞ’ê bi destwerdana minhacan herî zêde jî, guhertinan di elehê jinê de dide çêkirin. Dersên dîrokê bi meyzandineke zayendperest tê guhertin, xwedavend û keybanoyên ku mohra xwe li  dîroka Suriyê û şaristaniya herêmê dane, ji minhacan têne derxistin. Mînak; Keybanûya Palmîrayê Zenûbiya ku împaratoriyekî ku rikbera împaratoriya Romayê ye, bi rêvebiriye, ji minhacan hatiye derxistin. Jixwe ev destwerdana minhacan jî nîşan dide ku deshilatdariya HTŞ û hemû cihadîstên mîna wê ji bo hemû  jinan, pêkhate, çand û baweriyên cûda xeteriyeke mezin in.  Hîn di destpêka desthilatdariya xwe de  bi guhertinên  di minhacan de çêkirîn, mêrperestî, olperestî û mezhebperestiya xwe nîşan daye.  Dîsa hîn ji niha de destwerdana şêwazê jiyana xelkê  herêmê  û bi taybetî jî ya jinan  tê kirin. Bi hişmendiya şerîatê, lixwekirana çarşefên reş li ser jinan tê ferz kirin. Desthilatdariya HTŞ’ê ku  hîna tam hakim nekiriye ger van ferzkariyan dike, di demeke ku hemû kontrol bixe  destê xwe, wê li ser jin û pêkhateyan ferzkariyek çawan bike,  texmîn ne zehmet e. 

 Ev rûdan hemû nîşan didin ku di rêveberiyek selefî ya tundraw de ne jin, ne jî tu pêkhate, mezlep û bawerî, çand xwe di ewlehiyê de nabîne. Ji ber wê jinên ji hemû pêkhateyan,  hevkarên hev yên stratejik yên îro û siberojê ne. Jixwe ev hişmendiya tundraw bi avakirina bereyek berfireh a Sûriyan encex dikare bê berteref kirin. Suriya nû a demokratîk û azadixwaz jî encex, bi naskirina mafê jin û hemû nasnameyên kolektîf pêkane.