Ji ber teqîna mayînê de 3 zarok birîndar bûn

Li gundewarê Dêrazorê di encama teqîna mayînekê ya bermahiyên şer  de3 zarok birîndar bûn.

Ji ber teqîna mayînê de 3 zarok birîndar bûn
4 ÇILE, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Xeşam ê gundewarê Dêrazorê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer 3 zarok birîndar bûn.

Hate zanîn ku her sê zarok dema di nava zeviyekî çandinî dilîstin, mayîn bi wan de teqiya. Di encamê de her sê bi giranî birîndar bûn. Zarokên birîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatin veguhestin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka îsal ve ji ber teqîna mayînan li Sûriyeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 13 jê zarok bi giştî 16 kes jî birîndar bûne.

(bb)