Rûsya: 57 dronên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê di şevê de 57 dronên Ukraynayê xistine.

Rûsya: 57 dronên Ukraynayê hatin xistin
16 mijdar, 2025   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dewam dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî di şevekê de 57 dronên Ukraynayê xistine.

Di daxuyaniya wezaretê de  ku Ajansa Nûçeyan a TASS’ê weşandiye hate gotin "Pergalên parastinê yên piralî, êrişeke berfireh a bi dronan a li dijî navend û tesîsên Rûsyayê de têk bir."

Der barê cihên hatine hedefkirin û zerarên êrişê de agahî nehatin parvekirin.

(bb)