Ji bo azadiya Rêber Apo sibe meşek li Qamişloyê tê lidarxistin

Şêniyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan sibe meşekê li dar dixin.

Ji bo azadiya Rêber Apo sibe meşek li Qamişloyê tê lidarxistin
16 mijdar, 2025   10:54
QAMIŞLO

Li ser banga Însiyatîfa Gel sibe (17 Mijdar) meşek bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê tê lidarxistin.

Meş wê bi dirûşma "Dem dema azadiya Rêber Apo ye" saet 11.00’an ji pêşiya çerxerêya Sonî dest pê kir û wê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Di mîtîngê de dê peyam werin dayîn.

Însiyatîfa Gel banga tevlêbûna meşê li şêniyan kir.

(bb)

ANHA