Katz: Xeza dê were bêçekirin, Îsraîlê dê li çiyayê Şêx bimîne

Yisrael Katz got, Xeza dê were bêçekkirin û Hemas jî dê di xeta zer de were bêçekkirin û  artêşa Îsraîlê dê li çiyayê Şêx ê Sûriyeyê bimîne.

Katz: Xeza dê were bêçekirin, Îsraîlê dê li çiyayê Şêx bimîne
16 mijdar, 2025   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro got, Xeza dê heta tunela dawîn were bêçekkirin û anî ziman ku Hemasê dê di xeta zer de ji aliyê hêzek navneteweyî an artêşa Îsraîlê ve were bêçekkirin.

Katz diyar kir ku artêşa Îsraîlê dê li çiyayê Şêx û herêma ewlehiyê ya li Sûriyeyê bimîne. Her wiha got, siyaseta Îsraîlê ya redkirina avakirina dewletek Filistînê berdewam heman  e.

Medyaya Filistînê ragihand ku vê sibehê xeta zer a rojhilatê Xan Yûnisê ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.

(bb)