Rûspiyên Helebê destwerdanên dewleta Tirk red kirin

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kir û nerazîbûna xwe li hemberî destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di karûbarên Sûriyeyê de nîşan da.

Rûspiyên Helebê destwerdanên dewleta Tirk red kirin
3 ÇILE, 2025   20:03
HELEB

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê destwerdanên dewleta Tirk a dagirker di karûbarên Sûriyeyê de şermezar kirin û berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) silav kir.

Bi dehan rûspî û melayên mizgeftan li pêşiya Meclisa Rûspiyan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyanî ji aliyê mela Ebdurehman Xezo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe di salên şer de kişandine, hat kişandin.

Di berdewama daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker li Til Rifet, bendava Tişrînê û Minbicê hatin şermezarkirin û bikaranîna çeteyên Ceyş El Wetenî hat redkirin û wiha hat gotin: "Lê berxwedana QSD'ê ya ku ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa êrişê bûye, destkeftiyên Rêveberiya Xweser parastin û planên dewleta Tirk a dagirker têk birin."

Di dawiya daxuyaniyê de banga xurtkirina hevgirtinê ji bo diyarkirina nexşerêyeke hevbeş li gorî armancên gelê Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk, hat kirin.

(mh/şx)

ANHA