Şêniyên Qamişlo û Kobanê: Em ji bo parastina herêmê amade ne

Şêniyên bajarên Qamişlo û Kobanê destnîşan kir ku ew amade ne xwedî li banga Rêveberiya Xweser derkevin û di berxwedana herêmê de cih bigirin.

Şêniyên Qamişlo û Kobanê: Em ji bo parastina herêmê amade ne
Şêniyên Qamişlo û Kobanê: Em ji bo parastina herêmê amade ne
Şêniyên Qamişlo û Kobanê: Em ji bo parastina herêmê amade ne
3 ÇILE, 2025   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka Kanûna borî ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe didomîne.

Piraniya êrişan li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê yên başûrê Kobanê û rojhilatê Minbicê ne.

Girêdayî wê, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew amade ne herêmên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin.

Di heman çarçoveyê de, şêniyên gundê Taşok ê rojhilatê bajarê Kobanê ew bi banga Rêveberiya Xweseriya ne ku seferbarî ragihandiye û damezirandina tabûra şehîd Hesen ragihandin.

Şêniyan bi daxuyaniyekê ragihand ku ew amade ne gund û bajarên xwe biparêzin û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin.

(mh/şx)

ANHA

Qamişlo

kobanê