Berlîn û Parîs: Pêwist e hemû pêkhate di pêşeroja Sûriyeyê de beşdar bin

Wezîra karên derve ya Almanyayê û hempîşeyê wê yê Fransayê ji Şamê daxuyanî da û girîngî da beşdarkirina hemû pêkhateyan di pêşeroja Sûriyeyê de û diyar kir ku pêwist e Kurd di pêvajoya guhartina siyasî de xwedî rol bin.

Berlîn û Parîs: Pêwist e hemû pêkhate di pêşeroja Sûriyeyê de beşdar bin
3 ÇILE, 2025   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên derve ya Almanyayê Annalena Baerbock piştî hevdîtina bi serokê Heyet Tehrîr El Şam Ehmed El Şeri re, daxuyanî da û girîngî da beşdarkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê di pêvajoya ji nû ve avakirina dewletê de.

Annalena di civîneke çapemeniyê de axivî û diyar kir ku wan agahî daye Ehmed El Şeri ku Ewropa tu alîkariyên aborî pêşkêşî pergalên "Îslamî" yên nû nake û got: "Pêwistiya Kurdan bi garantiyên ewlekarî yên misoger heye. Mijara rakirina cezayan ji ser Sûriyeyê jî bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye."

Berê jî Annalena dabû zanîn ku ya girîng ji bo avakirina têkiliyan di navbera Ewropa û Şamê de, dîtina tevgera li ser erdê ye, ne tenê gotin in.

Di heman çarçoveyê de, wezîrê karên derve yê Fransayê Jean Noel Barrot ji Şamê banga pêkanîna çareseriyeke siyasî bi Kurdan re kir.

Barrot di hevdîtina bi nûnerên civaka sivîl a Sûriyeyê re gotibû ku pêwist e çareseriyeke siyasî bi hevkarên Fransayê, Kurdan re were pêkanîn da ku ew di pêvajoya siyasî de beşdar bin.

(mh/şx)