Rûspiyên Ereb ên herêmê dagirkirina axa Iraqê red kir
Rûspiyên êlên Ereban destnîşan kir ku destwerdana dewleta Tirk li Iraq û Sûriyeyê nayê qebûlkirin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji her kesî re hevgirtin pêwîst e.
Dewleta Tirk a dagirker bêdengiya Hikumeta Federal a Iraqê û hevkariya PDK`ê bi kar tîne û êrişên dagirkirinê yên li dijî Iraq û Başûrê Kurdistanê didomîne.
Rûspiyekî êla El Cewale El Taiye ya li kantona Cizîrê şêx Ebdurehman El Reşîd got: "Destwerdana Tirkiyeyê li kar û barên dewletên Ereban, ji dagirkeriya Osmanî ve bi hinceta parastina sînorên xwe, berdewam e."
El Reşîd diyar kir ku êlên Ereb ên li Sûriye û Iraqê vê destwerdanê qebûl nakin û wiha domand: "Ev destwerdan sedema sereke ya aloziyên li herêmê ye. Mînak jî aloziya Sûriyeyê ye ku dewleta Tirk axa wê dagir kir, xelkê wê da koçberkirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn."
El Reşîd bal kişand ser sedema destwerdana dewleta Tirk li dewletên cîran û got: "Ew zeîfbûna Komkara Erebî û helwestên wê yên şermok li hember dagirkirina dewletên Ereban bi kar tîne. Divê tevahî êlên Ereb ji bo parastina axa welat yek bin."
Rûspiyê êla El Zubeyd a ereb Mihemed El Faris jî îşaret bi helwesta êlên Ereb û Kurd li hember dagirkeriya Osmanî kir û wiha pê de çû: "Wan helwestên serfiraz nîşan dan. Divê êlên li Iraqê jî, li hember dagirkeriya Tirk yek bin û li ber xwe bidin."
Li gorî El Faris hikumeta federal a Iraqê bi dagirkeran re hevkar e û ev li gotinên xwe zêde kir: "Çeteyên DAIŞ`ê bi fermana dewleta Tirk gelek sûc li Sûriye û Iraqê kirin. Êlên Ereb piştgiriya helwesta êlên Iraqê dike ku divê dagirkeriya Tirk li ser axa Iraq û Sûriyeyê bi dawî bibe."
El Faris destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji serdestiya dewletên cîran re rêzê bigire û siyasetên xwe yên firehkirinê û dagirkirinê li ser hesabê gelên herêmê, rawestîne.
El Faris di dawiyê de bal kişand ser pirsgirêka Kurd û diyar kir ku Kurd li ser axa xwe ya dîrokî ne û bi çareserkirina pirsgirêkên wan, dê gelek pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin.
(şx)
ANHA