'Festîvala Şehîd Berçem bersivdana siyasetên qirkirinê ye'

Beşdarên Festîvala Şehîd Berçem a bajarê Kobanê destnîşan kir ku di festîvalê de pirrengiya ku ji serdeman ve di nav gelên herêmê de ye nîşan da û got, festîval bersivdana siyasetên qirkirinê yên li dijî gelan e.

'Festîvala Şehîd Berçem bersivdana siyasetên qirkirinê ye'
11 îlon 2024   06:10
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê Festîvala 2'yemîn a Şehîd Berçem ji aliyê Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn ve bi dirûşma "Bi tîrêjên rojê hunera jinê geş dibe" hat lidarxistin. Festîval 6'ê Îlonê dest pê kir û heta 9'ê Îlonê berdewam kir. Di festîvalê de 32 komên hunerî û 450 endam beşdar bûn. 

Di 4 rojên pêşîn ên festîvalê de berhemên hunerî yên cûrbecûr (stran, şano, govend, helbest, destkarî, pêşangeha şêwekariyê, fîlm û meşên hunerî) hatin pêşkêşkirin û tê de bi hezaran şêniyên kantonê beşdar bûn.

Hin beşdarên festîvalê ji ajansa me re diyar kirin ku di festîvalê de pirrengiya ku ji serdeman ve di nav gelan bi rêya hunerê derbas dibe, hat nîşandan.

Hunermend Nesrîn Botan got: "Em gelê xwe yê Kobanê ji bo beşdariya wan a balkêş di çalakiyên wiha de silav dikin. Di festîvalê de pirrengiya çanda Sûriyeyê, mozaîka wê û pirrengiya ku di nav gelên wê de ji serdeman ve derbas dibe nîşan da. Her jinek bi ziman û çanda xwe tev li festîvalê bû û çanda xwe da naskirin. Ez bawer im lidarxistina festîvaleke wiha di Kobanê de ku dergûşa Şoreşa Rojava ye xwedî wateyeke mezin e. Ew bersivdana siyasetên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê ye."

Her wiha, Fatme Mamada ya ji koma Viyan Soran a Şehbayê beşdar bûbû got: "Em bi çanda xwe ya Efrînî di festîvalê de beşdar bûn. Ew çanda ku dagirker hewl dide bi sûcên xwe yên li Efrîna dagirkirî tune bike. Festîval ji me re hem çavkaniya şahî hem jî tolhildan e."

Endama Koma Govendê ya Dayikan, Rodîn Yûsif destnîşan kir ku jinan berî Şoreşa 19'ê Tîrmehê nikaribû rastiya xwe derxista. Lê îro bûye jêdera moralê û çanda Kurdî ya dewlemend û bi tevahî cîhanê dide naskirin.

 Rodîn Yûsif wiha domand: "Em bi van çalakiyan pir kêfxweş in. Em ê kultûra dapîro û bapîrên xwe biparêzin. Yê ku bê kultûr be bê pêşeroj e jî. Em bi dîrok, çand û zimanê xwe serbilind in û em ê ji cîhanê re nîşan bidin bê ka em çiqas bi vê çanda ku bi xwe dergûşa çandan e, dewlemend in."

(mh)

ANHA