Rewşenbîr: Siberoja Sûriyeyê bi diyaloga navxweyî ve girêdayî ye
Rewşenbîrên sûriyeyî diyar kir ku destwerdana hêzên derve li kar û barên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên xwe ye û ji ber serhişkiya hikumeta Şamê alozî dirêj bû. Rewşenbîran banga destpêkirina diyalogeke demokratîk kir.
13 sal di ser aloziya Sûriyeyê re derbas bûn. Di wan salan de gelek civîn, kongre û lûtkeyên navneteweyî hatin lidarxistin. Lê bi nebûna diyalogeke navxweyî ya cidî bi beşdariya nûnerên rastîn ên gel, hîna jî çareserî çênebûye.
Der barê girîngiya diyaloga di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hikumeta Şamê de, gelek rewşenbîrên sûriyeyî yên li bajarê Helebê ji ajansa me re axivîn.
‘JI BER SERHIŞKIYA HIKUMETA ŞAMÊ ALOZÎ DIRÊJ BÛ’
Nivîskar Welîd Hebeş bal kişand ser destpêka aloziyê û got: "Daxwazên xwepêşandêran sala 2011`an mafdar bûn lê destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî, şoreş an jî serhildan ji rêya wê derxist û veguherî aloziyekê ku heta niha berdewam e."
Hebeş îşaret bi rola dewleta Tirk a di aloziyê de kir û got: "Aliyê herî xerab e. Wê kesên selefî û cîhadî bi rêya sînorên xwe derbasî Sûriyeyê kir. Tenê ji bo ku projeya dagirkirinê ya Tirkiyeyê û Mîsaqê Millî bixe meriyetê."
Hebeş helwesta gelê herêmê û hin partiyên Kurd ku xeta sêyemîn hilbijart û projeya neteweya demokratîk ji xwe re kir bingeh silav kir û wiha domand: "Li ser bingeha xweparastinê, hêz hatin avakirin ta ku forumeke hevgirtî ya diyalogê tê avakirin ku sûriyeyiyan tev da hemêz bike."
Hebeş da zanîn ku divê bajarên Sûriyeyê li şûna Cinêv û Astanayê bibin navenda diyalogan û di heman demê de aliyên navneteweyî û herêmî rexne kir ku li pêşiya diyaloga sûriyeyî bi pêşengiya Rêveberiya Xweser asteng dikin û nûnerên herêmê ji civîn û kongreyên têkildarî aloziyê li gelek welatan têne lidarxistin, dûr dixin.
Li gorî Hebeş serhişkiya hikumeta Şamê û zîhniyeta wê ya berê, faktora sereke ya destpênekirina diyalogan e.
Hebeş diyar kir ku diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser, hikumeta Şamê û aliyên din ên Sûriyeyê de ji bo pêşeroja Sûriyeyê çareseriya herî guncaw e, ji bo ku bi hev re dagirkeriyê ji Sûriyeyê derxin û welêt bi pêş bixin.
‘SIBEROJA SÛRIYEYÊ GIRÊDAYÎ DEMOKRASIYA BI PÊŞENGIYA RÊVEBERIYA XWESER E’
Profesorê dîrokê Mihemed Şêx Qenber jî diyar kir ku di encama fişarên dewletên sûdê ji aloziyê digirin de, alozî heta niha çareser nebûye.
Bi nêrîna Qenber, Enqere ji bo ku aloziyên xwe yên siyasî û aborî derxe derve bi hemû hêza xwe hewl dide bi Şamê re li hev were lê armanca sereke şerê Rêveberiya Xweser û projeya wê ya demokratîk li Sûriyeyê ye û got: "Ji ber siyasetên dewleta Tirk ên ji serdema osmaniyan ve nehatine guhertine, alozî kûrtir dibe. Di bin navê olê û îslamê de xêr û berakatên gel didize çi li Qibirsê yan jî Lîbyayê yan jî li Sûriyeyê yan jî li her deverekê destwerdana wê kirine."
Qenber di dawiyê de got: "Pêşeroja Sûriyeya nû bi sepandina demorasiyê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser ve, dûrî fikrên netewperest ên hikumeta Şamê û radîkal ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, girêdayî ye."
‘RÊVEBERIYA XWESER DIYALOGXWAZ E’
Nivîskar Mihemed Elî jî got: "Rûsya bi dirêjkirina temenê aloziyê roleke neyînî dilîze. Ew fişarê li hikumeta Şamê dike ji bo ku bi Enqereyê normalîze bike."
Li gorî Elî got tişteke normal e hikumetên Iraq û Îranê tev li hewldanên normalîzekirinê bibin ji ber ku destê her 4 hikumetan di komployên li dijî gel Kurd û qirkirina wî de heye."
Mihemed Elî di dawiyê de wiha axivî: "Rêveberiya Xweser di diyaloga li gel her aliyeke Sûriyeyê de veto nekiriye. Ev jî cidiyata wê di bidawîkirina aloziyê de nîşan dide. Divê biryara 2254’an di diyalogên pêşerojê de yên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de bingeh be."
(şx)
ANHA