Rûspiyê eşîra Zibeyda: Hikûmet demkî ne têkiliyên civakî domdar in

Rûspiyê eşîra Zibeyda ya erebî banga piştgiriya Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û diyar kir ku hikûmetên otorîter demkî ne, lê têkiliyên civakî û girêdanên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dê her û her bimînin.  

Rûspiyê eşîra Zibeyda: Hikûmet demkî ne têkiliyên civakî domdar in
4 tebax, 2025   05:35
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Ji rûspiyê eşîra Zibeyda ya erebî li kantona Cizîrê Iweyid El Hadir, daxuyaniya ku li ser medyaya civakî bi navê "Hawara Eşîran" hatiye dayîn red kir û got, eşîra wan van daxuyaniyan napejirîne. Her wiha piştgirya xwe bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) anî ziman.

El Hadir wiha dewam kir, "Em ê nahêlin ku ev plan bi ser bikevin. Em ê li hember her kesê ku hewl dide  aramiya herêma têk bibe, bibin mertal."

Iweyid El Hadir pesna projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk da, ku karîbû civakên cihêreng ên herêmê yên Ereb, Kurd, Suryanî û Asûriyan biparêze. Her wiha da zanîn ku gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe yên cihêreng, di bin sîwana projeya "xwişk û biratiya gelan" de dijîn û bi hev re di yek çeperê de li dijî êrişan li ber xwe didin.

El Hadir destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekane projeya li ser axa Sûriyeyê ye ku ti civakek paşguh nekiriye, lê belê derfet daye her kesî ku bi awayekî çalak beşdarî qadên siyasî, çandî, civakî û leşkerî bibe.

El Hadir wiha dewam kir "Ji komînê bigire heya saziyên rêveberiyê yên herî bilind, hemû civak bi nasname û çandên xwe tevlê bûn. Ev jî bû sedema  ewlehî û aramiya Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, ku îro yek ji herêmên herî ewle yên welêt e."

Iweyid El Hadir behsa rola qehremanî ya QSD`ê kir,  ku herêm û cîhanê ji çeteyên DAIŞ'ê parast.

Der barê rola jinan de jî, El Hadir destnîşan kir ku jin berê ji aliyê civakê ve hatibûn dûrxistin, lê niha bi awayekî bi bandpr û çalak di  nava saziyên Rêveberiya Xweser de cih digirin.

Iweyid El Hadir da zanîn ku pevçûn û şerên mezhebî tenê dikevin xizmeta kesên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin û ev li gotinên xwe zêde kir " Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji hemû aliyan bêhtir daxwaza çareseriyeke aştiyane dikin, ji ber ku ew dizanin ku diyalog bingeha çareseriyên domdar e. "

Iweyid El Hadir di dawiya axaftina xwe de got: "Kikûmetên otorîter demkî ne, lê têkiliyên civakî û girêdanên di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de dê her û her bimînin. "

(k)

ANHA