Li Amûdê perestgeheke êzidiyan tê amadekirin

Li gundê Dugirê yê bajarê Amûdê di salvegera 11’emîn a komkujiya Şengalê de, Mala Êzidî ya kantona Cizîrê amadekariyên avakirina perestgehekê dike. Îro kevirê yekemîn ê perestgehê bi merasîmekê hat danîn.

3 tebax, 2025   21:12
QAMIŞLO

Mala Êzidî ya Kantona Cizîr ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê, li gundê Dugirê yê rojavayê bajarê Amûdê, merasîmek li dar xist. Her wiha di merasîmê de kevirê yekemîn ê avakirina perestgehekê danî.

Endamên civaka Êzidî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, her wiha şandeyên ewropî û ji başûrê Sûriyeyê jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîman de endamê Meclisa Rêveber a Yekîtiya Êzîdiyan a Sûriyeyê Fewzî Cûlî şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî û diyar kir ku armanca êrişkaran ew bû ku nasname û dîroka civaka Êzîdî ji holê rakin.

Cûlî tekezî li ser rola berbiçav a jinên Êzîdî di berxwedan û şerê li dijî her cûre kuştinê de kir.

Piştre, 2 endamên Meclisa Rohanî yên ku ji Laleşa Nûranî ya Başûrê Kurdistanê hatine Bavê Çawîş û Pîşîmem, her wiha gelek rûspiyên saziyên olî, perde ji ser kavirê bingehîn ê perestgehê vekir.

Piştre rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rêzan Gulo axivî û got: “Perestgeh dê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û ji bo civaka Êzidî bibe çirayeke ronahiyê.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman diyar kir ku ew bi civaka Êzidî re di nav hevkariyê de ne û destnîşan kir ku ev komkujiya li dijî civaka êzidî dê neyê jibîrkirin, bidestxistina edaletê û parastina êzidiyan, maf e.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê hemî bi civaka êzidî re hevkar in.

Her wiha Diyaa Ebdullah ku ji bajarê Siwêdayê hate vir, kêfxweşiya xwe ya li herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê anî ziman û got: "Civaka we civakek piralî ye, ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike. Em, ji Siwêdayê, mîna we ne. Em her kesî qebûl dikin û bi her kesî re dijîn."

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso jî anî ziman ku perestgeha pîroz li ser axa pîroz tê avakirin ku bi hezaran salan berxwedan û têkoşîn li ser hatiye meşandin.

Hiso destnîşan kir ku perestgeh, dê bibe nasnameya nifşê siberojê û dîrokeke zindî be.

Di merasîmê de peyamên pîrozkirinê hatin pêşandan, jê peyama fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û şêx Murşid Xeznewî yên ku avakirina perestgehê ji bo parastina nasnameya olî û çandî ya civaka êzidî û xurtkirina hebûna wan a dîrokî, bi gaveke pîroz û erkekê wesifandin.

Merasîm bi xwendina helbesteke li ser komkujiya Şengalê ji aliyê helbestvan Ferhad Mardî ve bi dawî bû.

(ac/şx)

ANHA