Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar dabû ku di mehên havînê de li kantona Cizîrê jeneratorên taybet rojê 16 saetan bixebitin, lê ta niha li gelek bajarên kantonê ji ber gelek sedeman ev biryar hatiye paşguhkirine.

Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
Biryara 16 saetan  çiqas hatiye pêkanîn?
4 tebax, 2025   03:50
HESEKÊ

Di dawiya meha Hezîranê de, Rêveberiya Xweser biryar da ku li kantona Cizîrê mazotê bi buhayê arzan bide xwediyên jeneratoran, da ku bikaribin jeneratorên xwe rojane 16 saetan bixebitînin.

Beriya biryarê jenartor rojê tenê 8 saetan dixebitîn. Lêbelê, ev biryar heta niha li gelek bajaran haitye paşguhkirin..

HESEKÊ: HINDIK PÊK ANÎN LÊ BINPÊKIRIN ZÊDE BÛN

Şêniyên bajarê Hesekê biryar bi dilxweşî pêşwazî kir. Piştî biryarê ji 550 jenatoran, 450 li gorî sîstema 16 saetan xebitîn.

 Lê belê, li gorî komîteya Jeneratorê li 50 deveran biryar hatiye binpêkirin. Ji rêveberên komîteyê Yûnis Mehmûd diyar kir ku wan 50 binpêkirinên biryarê tomar kirine û xwediyên jenatoran ceza kirine.

TIL TEMIR: XWEDIYÊN JENERATORAN BIRYAR PAŞGUH KIR

Li bajarê Til Temirê biryar nehat pêkanîn. Şêniyên bajêr jî nerazîbûna xwe nîşan da.

Şêniya bi navê Zahra Emîn der barê mijarê de got, "Ew wekî ku elektrîk bûye milkê wan ê taybet tevdigerin. "

Ji rêveberên komîteya jenertoran Fewaz Eyo diyar ku komîteyê bi xwediyên jeneratorê re civiya, lê xwediyên jeneratorê bi hênceta ku jeneratorên wan ên berdest tune ne ku karibin rojane 16 saetan bixebitin.

ŞEDADÊ: NIMÛNEYA SERKEFTÎ

Li bajarê Şedadê biryar hat pêkanîn, lê jenerator tenê rojane 12 saetan dixebitin, ev pêkanîn jî bû cihê dixweşiya şêniyên bajêr.

Endamê Komîteya Jeneratoran a bajarê Şedadê Xalid El Celal got, "Biryar li gorî şert û mercên avhewayê hat dayîn û li seranserê Şedadê bi tevahî hat bicîhanîn. 79 jenerator rojane 12 saetan dixebibin."

LI HOLÊ JÎ ROJANE 12 SAET

Li bajarê Holê di navbera xwediyên jeneratoran û komînan de lihevkirinek hat kirin ku jeneratoran rojane 12 saetan bixebitînin.

Şêniya bi navê Xewla Mihemed biryar wekî "serkeftî" û "pêdiviyek girîng" nîşan da, bi taybet ji mehên havînê yên germ de.

DIRBÊSIYÊ: ASTENGIYÊN TEKNÎKÎ Û ABORÎ

Li bajarê Dirbêsiyê ku 44 jenererato hene, bi hênceta ku jenerator kevin in û lêçûna sererastkirina wan zêde ye, sîstema xebitandina 16 saet nehat pêkanîn. Li şûna wê saetên elektrîka şebekaya giştî hatin zêdekirin.

LI TIL BIRAKÊ ROJANE 13 SAET ELETKRÎK

Li Til Birakê, piştî lihevkirina di navbera komînan, Komîteya Sotemeniyê û xwediyên jeneratoran de, sîstema xebitandina 13 saetan hate pejirandin.

Rêveberê Komîteya Jeneratoran Telal Ehmed, got ew pêkanîna biryarê û giliyên şêniyan jî dişopînin.

Tevî ku biryar li her bajaran weke hev nehatiye pêkanîn jî lê biryara Rêveberiya Xweser gaveke girîng e ji bo peydakirina elektrîkê, piştî ku dewleta Tirk a dagirker di dawiya sala borî de santrala elektrîkê ya Suweydiyê û şîrketên elektrîkê yên li bajarên herêmê bombebaran kir.

(k)

ANHA