Rubio: Wê Trump tev li lûtkeya NATOˊyê ya li Tirkiyeyê bibe

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Serok Donald Trump dê beşdarî lûtkeya NATOˊyê ya li Tirkiyeyê bibe.

Rubio: Wê Trump tev li lûtkeya NATOˊyê ya li Tirkiyeyê bibe
3 hezîran, 2026   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got, "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hîn jî endamê NATOˊyê ne û em ê li Tirkiyeyê amade bin da ku li ser van hemû mijaran nîqaş bikin. Serok bi xwe dê beşdarî civîna serokên dewletên NATOˊyê ya bê bibe û wê van hemû xalan zelal bike."

Her çend serokên Amerîkî bi gelemperî beşdarî lûtkeyên NATOˊyê dibin ji ber rola pêşengiya Washingtonê di hevpeymaniyê de, lê der barê beşdarbûna Trump a îsal de pirs hatin kirin, ji ber ku wî bi berdewamî hêrsa xwe li hember NATOˊyê ji ber nealîkariya endamên wê di şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê de, nîşan da.

Îro (çarşemê) di civîna kongreyê de, Rubio behsa nerazîbûnên Trump kir. Rubio got ku Trump ji ber vê yekê nerazî ye: hin endam destûr neda DYAˊyê ku di demên krîzê de baregehên xwe yên leşkerî li wan welatan bi kar bîne.

(fr)