Li Behreynê 15 ajanên Îranê hatin girtin

Wezareta Karên Hundirîn a Behreynê diyar kir ku 15 ajanên Îranê hatine girtin.

Li Behreynê 15 ajanên Îranê hatin girtin
3 hezîran, 2026   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn a Behreynê daxuyand ku "Li ser bingeha berpirsiyariya Wezareta Karên Hundirîn a parastina ewlehiya neteweyê û aramiya wê ya civakî û li ser bingeha encamên lêpirsîn û raporên ewlehiyê yên der barê kesên ku berê di doza ajanên Îranî de li Behreynê hatine girtin, ku bi ajanên Artêşa Pasdaran a Îranê ve girêdayî ne, 15 kes hatin girtin.  Ev kes li meydanê dixebitîn. Armanca wan bandorkirina gel, bi taybetî ciwan, bû ku wan bikişînin nav çalakiyên qedexe. Wan ji bo pêkanîna planên xwe yên tehrîdkirinê, bi çandina şaneyên ku rojevên saziyên neqanûnî belav dikin, rêyên têketina civakê bi kar anîn."

Di dewama daxuyaniya Wezareta Behreynê de hat diyarkirin ku, "Prosedûrên qanûnî li dijî kesên ku hatine girtin têne temamkirin, di heman demê de lêpirsîn berdewam dikin da ku tedbîrên pêwîst li dijî her kesê ku îspat bûye ku di çalakiyên vê komê de beşdar e û kiryarên neqanûnî kiriye, werin girtin."

Wezareta Karên Hundirîn diyar kir ku tevgerên van kesan di bin çavdêriyê de bûn û tedbîrên hatine girtin armanc dikin ku ewlehî û aramiya civakê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin. Wezaret her wiha pabendbûna xwe ya rûbirûbûna her kesê ku cesaret dike aştiya sivîl têk bibe û di nav civaka Behreynê de nakokî û dabeşbûnê biçîne, nîşan da.

(fr)