Keyeyê gundê Dêr Sewanê hat kuştin

Keyeyê gundê Dêr Sewanê yê Efrînê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

Keyeyê gundê Dêr Sewanê hat kuştin
4 hezîran, 2026   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihandin ku keyeyê gundê Dêr Sewan ê girêdayê navçeya Şêranê ya Efrînê Wehîd Ebû Bekir Şêx Salih (Ebû Bekir Berazî) duh di êrişek çekdarî de hat kuştin.

Çavkaniyan dane zanîn ku çekdarên nenas li motorsîklêtê bûn duh  li qada gund gule berdan keye û di keye bi giranî birîndar bû.

Ebû Bekir Berazî veguhestin nexweşxaneya bajarê Ezazê, piştî demek kurt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Heya niha nasnameya êrişkaran û sedemên êrişê nehatin zanîn. Aliyên ewlehiyê der barê bûyerê de daxuyanî nedane.

(bb)