Ronameyên erebî behsa şerê mezhebî yê li Sûriyeyê û şerê Îran û Îsraîlê kir

Çavdêran da zanîn ku Sûriye bûye qadeke ji bo şerê desthilatdariyê yê herêmî di navbera Îran, Tirkiye, Îsraîl û DYA’yê de. Li cîhanê jî rikeberiya di navbera DYA, Çîn û Rûsyayê de li ser siberoja cîhanî fikarana zêde dike.

Ronameyên erebî behsa şerê mezhebî yê li Sûriyeyê û şerê Îran û Îsraîlê kir
21 tîrmeh, 2025   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro bal kişandin ser rewşa bitirs a Sûriyeyê ji ber nakokî û aloziyên mezhebî û etnîk. Her wiha bal kişandin ser nakokî û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de.

SÛRIYE... SERKEFTIN Û EZMÛvNÊN DIJWAR

Rojnameya El Şerq El Ewsat behsa rewşa aloz a Sûriyeyê kir, û diyar kir ku Sûriyeyê ji ber nakokî û aloziyên mezhebî û etnîkî êşa birînên kûr dikişîne. Rojnameyê her wiha da zanîn ku veguherîna ji serdema komên çekdar ber bi dewletek hiqûq û saziyan ve ne hêsan e, ji bo wê veguherînê gelek tawîz û diyalogek kûr di navbera pêkhateyên cûda de hewce dike, her wiha divê mafên hemû pêkhateya were misogerkirin.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina dewletek bi rastî piralî, li ser bingeha hemwelatîbûn û wekheviyê, dûrî hikûmeta navendî ya otorîter ku alozî zêde kirine.

‘SÛRIYE: ŞERÊ JI BO DESTHILATDARIYÊ’

Rojnameya El Ereb diyar kir ku li Sûriyeyê şerekî ji bo desthilatê tê kirin, di navbera gelek hêzên herêmî û navneteweyî de, wekî Îran, Tirkiye, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ev yek alozbûna rewşa niha ya Sûriyeyê nîşan dide, her wiha lawaziya dewleta Sûriyeyê nîşan dide, ev lawazbûn li deverên mîna Swêdayê xuyan dike, ku bûye qada pevçûnên di navbera hêzên herêmî de.

SISTEMA CÎHANÎ YA NAKOK

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser nakokiya gerdûnî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Çîn û Rûsyayê de, li ser siberoja sistema cîhanî. rojnameyê diyar kir ku Çîn û Rûsya bi avakirina sazî û rêxistinên navneteweyî yên alternatîf hewl didin lê li ber hegemonyaya Amerîkayê bigirin. Rojnameyê diyar kir ku divê rêz li qanûna navneteweyî were girtin û ji bo pêkanîna aramiya gerdûnî hêz û tundî neyê bikaranîn.

‘PIŞTÎ ÊRIŞA DYA’YÊ YA LI SER ÎRANÊ... SENARYOYÊN ŞER’

Rojnameya El Ehram li ser gurbûna şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û ketina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nava şer de, nivîsî. Rojnameyê da zanîn ku beşdariya çalak a DYA’yê di nava şer de, nîşan dide ku ew ji destpêkê ve li gel Îsraîlê bû.

Rojnameyê rexne li îdiayên DYA û Îsraîlê yên têkildarî niyetên nukleerî yên Îranê kir. Rojnameyê li gorî hin raporên navneteweyî û navxweyî yên Îranê, destnîşan kir ku şerê heyî ji mijara nukleerê wêdetir û planên kûrtir hene û tevahiya herêmê dixe nava krîzeke mezin.

(k)