Peymana neftê ya navbera Tirkiye-Iraqê, di sala 2026’an de bi dawî dibe

Peymana xeta boriya nefta xam a ku di sala 1973’an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatibû îmzekirin, di sala 2026’an de bi dawî dibe.

Peymana neftê ya navbera Tirkiye-Iraqê, di sala 2026’an de bi dawî dibe
21 tîrmeh, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Peymana Xeta Boriya Nefta Xam a ku di sala 1973’an de di navbera Tirkiye û Iraqê de hatibû îmzekirin û di nav salan de bi protokolên cuda hatibû nûvekirin, dê di Tîrmeha sala 2026’an de dawî bibe. 

Biryar di 20’ê Tîrmeha 2025’an de bi îmzeya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.

Li gorî biryara bi hejmara 10113 a Rojnameya Fermî hatî weşandin, peymana ku cara yekem di 27’ê Tîrmeha 1973’an de di navbera herdu welatan de hatibû îmzekirin, bi hemû belgeyên din, protokol û dirêjkirinên pê ve girêdayî, wê di 27’ê Tîrmeha 2026’an pê ve êdî rewabûna xwe winda bike û bi dawî bibe.

Ev peymana ku di sala 1973’an de hat îmzekirin, ji xeta boriya nefta xam a di navbera Iraq-Tirkiyeyê de ku yek ji boriya veguhestina enerjiyê ya girîng a Tirkiyeyê ye, pêktê. Peyman di nav salan de li gorî pêdiviyên guherîner bi protokolên cuda hatiye nûkirin. Herî dawî di sala 2010’an de ji bo 15 salan hatibû dirêjkirin.