Rojnameyên erebî: Sûriye; di navbera nexşerêya Tirkiyeyê û metirsiya parçebûnê de

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de diyar kir ku Sûriye ji ber destwerdanên herêmî û navneteweyî bi qonaxeke krîtîk re rû bi rû ye. Hate diyarkirin ku rewşa Sûriyeyê li gorî nexşerêya ku Tirkiyeyê daniye, diçe.

Rojnameyên erebî: Sûriye; di navbera nexşerêya Tirkiyeyê û metirsiya parçebûnê de
14 adar, 2025   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de destwerdanên derve yên li Sûriyeyê û metirsiyên parçebûna Sûriyeyê, her wiha bandorên nêzîkbûna Rûsya-DYA’yê li ser Ewropayê nirxandin.

‘DANEZANA DESTÛRÎ BEŞEKE NEXŞERÊYA TIRKIYEYÊ YA JI BO SÛRIYEYÊ YE’

Rojnameya El Ereb der barê Sûriyeyê de diyar kir ku her tişt li gorî nexşerêya ku dewleta Tirk a dagirker diçe ku ji bo rûxandina rejîma Beşar Esed û destnîşankirina rêveberiyeke îslamî ya alîgira xwe danîbû. Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji pirsgirêkên siyasî û ewlehî yên li herêmê digire da ku vê armancê pêk bîne û her pêvajoyekê li gorî plana xwe bi rê ve bibe.

Rojnameyê bal kişand ser rola ku di vê nexşerêyê de ji Ehmed El Şerî re hatiye dayîn û wiha hat domandin: "Rola wî aramkirina kolana Sûriyeyê ye. Ragihandina danezana destûrî jî wekî amûrekê ji bo rihetkirina sûriyeyan û dûrxistina wan ji bûyerên li peravên Sûriyeyê rû didin û tawanên ku mezheba elewî bi kar tîne.”

Li gorî rojnameyê, ji ber nebûna hikumeteke navendî ku serweriya xwe ferz bike, Sûriye rûbirûyî metirsiya parçebûnê û vegerandina şerê navxweyî ye. Ji ber ku komên çekdar naxwazin teslîmî desthilata nû bibin, ji ber hewldanên wan ên kontrolkirina deverên cuda zêde dibin jî, yekkirina welat aloztir dibe.

Rojnameyê îşaret pê kir ku hebûna endamên tundraw metirsiyan li ser proseya siyasî zêdetir dike û wiha hat domandin: "Pirsgirêkên tevlêkirinê û têkoşîna li dijî tundrawiyê heya niha di nava aliyên têkildar de cihê nîqaşê ye. Di vê rewşa nazik de, desthilata pêvajoya derbasbûnê di birêvebirina welat de rûbirûyî kêşeyên mezin e. Ev hemû gumanan li ser siberoja Sûriyeyê çêdikin."

Rojnameyê, domandina dîplomasiya navneteweyî û lihevhatina nîştimanî û avakirina saziyên bihêz wek rêbazên serxistina proseya siyasî destnîşan kirin.

‘JI EL ŞERÎ HEYA SALIH EL ELÎ… DI NAVBERA AVA WELAT Û AGIRÊ MEZHEBPERESTIYÊ DE’

Rojnameya El Misrî El Yom jî bal kişandiye ser rol û desthilata Ehmed El Şerî ya di rûbirûbûna parçebûna mezhebî ya welêt de û ev pirsî: "Gelo dikare mîrateya kesayetên nîştimanî yên navdar ên mîna Şêx Salih El Elî û Sultan Paşa El Etraş vejîne ku bêyî cudahiya mezhebî li dijî dagirkeriyên biyanî şer dikir?”

Rojnameyê hişyarî da ku agirê mezhebperestiyê gurtir bibe û wiha hat domandin: "Desthilata nû ya Sûriyeyê vê kêşeyê dizane, lewre hewl dide niştecihên herêmên peravê rihet bike û destekê bide wan. Lê di heman demê de hişyariyê dide ku kêmneteweyan di pevçûnên navxweyî de de bi kar bîne, bi taybetî bermahiyên rejîma berê, wekî Firqeya Çaran a bi serokatiya Mahîr El Esed. Tê gotin ku El Şerî di armanckirina endamên mezheba elewî de dudil nebû.”

‘EWROPA DI XETEREYÊ DE YE’

Rojnameya Şerq El Ewset nêzîkbûna Rûsya û Amerîkayê nirxand. Rojnameyê îşaret pê kir ku dibe ev yek li dijî hesabên Ewropayê be û gefeke li NATO’yê be.

Li gorî rojnameyê, dibe ku Ewropa di guhertinên jeopolîtîk ên heyî de windakarê herî mezin be, "nemaze ku berjewendiyên aborî yên girêdayî enerjî û gaza xwezayî roleke sereke di nêzîkbûna Moskov û Washingtonê de dilîze. Her ku ev senaryo berdewam dike, siberoja Ewropayê bi xetereyan tijî dimîne."

Hate gotin, li dijî van guhertinan jî stratejiyeke Ewropayê ya yekbûyî de nîn e.

(bb)