Di 24 saetan de 110 kes hatin kuştin

Li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de jin û zarok jî di nav de 110 kes hatin kuştin.

Di 24 saetan de 110 kes hatin kuştin
14 adar, 2025   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 110 kes hatin kuştine.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî dan; li gundê Hesîbiyê yê Humisê kesek ji aliyê çekdarên desthilata Şamê ve hat kuştin.

Li Tertûsê, 4 kes li gundê Herîson, kesek li gundê Eyn Balûc, 2 kes li gundê Hatiriyê, 13 kes li taxa Qisûr a Banyasê, 3 kes li gundê Xirbe Senasil, kesek li gundê Esqbila, 4 li gundê Tanîta, 3 li gundê Barmaya yê Banyasê û 2 kes li gundê Qelûi li guleyan hatin kuştin. Li gundê Neqîb jî ji kesek ji ber nakokiyên malbatî hevjîna xwişka xwe, kurê wê û keça wê qetil kirin.

Sivîlek ku demek berê dema diçû ser karê yê şîrketa Sûriyeyê ya veguhestina petrolê hatibû revandin, kuştî Li ser rêya Baynas-Cebla ya Kevin hat dîtin û bi cenazeyî wî hatibû lîstin.

Li bajarokê Resafa yê Hemayê di nav de 3 zarok û 2 jin, 7 kes bi guleyan hatin kuştin.

Laziqiyê; li gundê Zûbar kesek, li pira gundê Burcan 6 kes, li gundê Riwêmiyê 4 kes, li gundê Şenbûtîn kesek, li gundê Berabşibwa 8 kes, li gundê Qebû Ewamiyê 23 kes, li gundê Şerîfa 3 û li gundê Mixtariyê 6 kes ji aliyê hêzên desthilata Şamê ve hatin qetilkirin.

Li taxa Qudseya ya gundewarê Şamê 3 kes ji aliyê komên çekdar ve hatin kuştin.

Li taxa Şêx Ebû Bekir a bajarê Helebê komeke çekdar derengiya şevê bi ser malekê de girt, bi kêran ciwanek li pêşiya çavê malbata wî qetil kir.

Li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê cenazeyê jinekê li mala wî hate dîtin.

Li derdora bajarokê Kirik ê rojhilatê bajarê Derayê zarokek ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li bejahiya Sîbêxan ê gundewarê Dêrazorê 2 mêr û 2 jin di encama teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Bewatiyê yê rojavayê bajarê Dêrazorê jî 2 jin û mêrek bi heman sedemê hatin kuştin.

(bb)