Rojnameyên erebî: Sûdan li ber parçebûnê ye, Xeza dibe projeyeke Îsraîlê

Rojnameyên erebî îro behsa karesata mirovî ya li Sûdanê, berdewamkirina nakokiya di navbera DYA û Çînê de û dosya Xezayê kir.

Rojnameyên erebî: Sûdan li ber parçebûnê ye, Xeza dibe projeyeke Îsraîlê
23 nîsan, 2025   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Quds El Erebî bi sernavê "Karesateke din: Qirkirin û birçîbûna li Sûdanê" gotarek parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku şerê ji 2 salan ve yê di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de bû sedem ku zêdetirî 150 hezar kes werin qetilkirin, zêdetirî 13 milyon kes werin penaberkirin û zêdetirî 44 milyon sûdanî rûbirûyî biçîbûnê bimînin.

Di gotarê de "bêxemiya navneteweyî" hat rexnekirin ku çapemeniya cîhanê bi awayekî nîjadperestî dan û standinê bi trejediya Sûdanê re dike û dema qurbanî ji dewletên Afrîkayê bin girîngîdayîn kêmtir dibe. Ruxmî destwerdana hêzên herêmî mîna Îmaratê û dewletên wekî Rûsyayê di piştdayîna aloziyê de, rojnameyê ev berpirsyarî yekser hilda ser NY‛yê. Ji ber ku nûnerê wê yê berê Volker Perthes di piştevaniya veguhastina demokrasiyê de piştî derbeya leşkerî ya 2021’an bi bin ket.

Li gorî rojnameyê, ger destwerdaneke lezgîn a ferzkirina agirbestê nîn be, çek ji milîsan neyên kişandin û piştevaniya pêvajoya siyasî ya demokratîk a rasteqîn neyê kirin, îhtîmal e Sûdan parçe bibe.

El XELÎC: DYA Û BERFIREHBÛNA ÇÎNÊ YA NERM

Li aliyekî din jî rojnameya El Xelîc behsa bilindkirina rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Çînê de kir û destnîşan kir ku rehên wê heta çend salan diçe, lê bi serweriya Çînê re, nexasim bi rêya projeya "Kember û Rê" û fînansekirina teknolojiyê re, ev yek zêdetir bû. Di rojnameyê de hat nivîsandin ku Washington hewl dide bi rêya hevbendiyên leşkerî yên wekî Okus û rêzetedbîrên aborî û ewlehî vê berfirehbûna Çînê asteng bike.

Li kêleka dosyayên ewlehiya sîber û hişê çêkirî, Taywan jî xaleke nakokiyê ye, lê Pekîn bi siyaseteke hişyarker pergala navneteweyî ya piralî bi hevbendiya bi Rûsya û Hindistanê pêk tîne.

XEZA: VEGUHERÎNA JEOPOLÎTÎK A JI FILISTÎNÊ BER BI HERÊMÊ VE

Der barê rewşa Filistînê de, rojnameya El Ereb bal kişand ser daxuyaniyên wezîrê darayî ya Îsraîlê Bezalel Smotrich ên li ser niyeta ferzkirina serweriya Îsraîlê ya temamî li ser Xezayê di 2025’an de û diyar kir ku ev daxuyanî siyaseta hikumetê ya sîstematîk nîşan dide.

Rojname diyar kir ku ji dema îmzekirina Peymana Osloyê ve, Îsraîl bi îdiakirina kontrola bibandor li ser erdê, heta li Herêma A jî ku bi teorîkî di bin kontrola desthilata Filistînî de ye, hewl daye peymanê têk bibe.

Rojnameyê li ser siberoja desthilata Filistînê ev pirsî; gelo bi vê şêweya xwe ya sembolîk dê dewam bike? An jî dê bi formeke din were guhertin, mîna girêdanên gundan ku berê Îsraîlê wek altarnatîfeke xwecih ji bo nûnertiya siyasî ya Filistînê bi kar dianî? Di vê çarçoveyê de, li gel berdewamkirina berfirehkirina avahiyên niştecihbûnê û meyla navneteweyî ya ber bi Îsraîlê ve, ‘çareseriya du dewletan’ wek xeyal xuya dike.

Hişyariyên rojnameyê ne tenê ji bo hundirê Filistînê hatin kirin, her wiha diyar kir ku êdî modela projeya Îsraîlê ya herêmî ya berfireh çi projeya siyasî yan jî leşkerî yên serbixwe li derdorê hebin, bi rêya berfirehbûna li Lubnan, Sûriye, Iraq û Yemenê, têk dibe.

(fr)