SOHR: Di 24 saetan de 11 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin

SOHR’ê diyar kir ku di 24 saetên dawî de, li herêmên di bin serweriya desthilata Şamê de, 11 kes hatin qetilkirin.

SOHR: Di 24 saetan de 11 kes li Sûriyeyê hatin qetilkirin
23 nîsan, 2025   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di 24 saetên borî de li herêmên di bin kontrola hêzên desthilata Şamê de, 11 kesên li herêmên cuda yên Sûriyeyê hatin qetilkirin.

Li bajarê Helebê, çekdarên nenas bi damanceyên bêdeng bi tawana hevkariya bi rejîma berê re, li herêma Şêx Seîd 6 kes ku piranî ji malbata "Mîdo" ne, qetil kirin. Her wiha di serdegirtina klînîka li taxa Seyf Dewlê de, çekdaran gule li bijîşk Husam El Derîr barandin û qetil kir.

Li Şamê jî, piştî ciwanek di girtîgeheke desthilata Şamê de di êşkenceya derûnî û fîzîkî re derbas bû, jiyana xwe ji dest da.

Li Idlibê jî, jinek ji bajarokê Keferzîta yê gundewarê Hemayê, ji ber teqîna bombeyekê ji bermahiyên şer li nêzî kampa Keramê, hate qetilkirin.

Li Tedmurê jî, di encama teqîna mayînekê bi erebeya sivîlan de li herêma Merbet El Hîsan, jinek ji gundê Selba jiyana xwe ji dest da.

Li Humisê, çekdarên nenas li çatrêya Dahiyet El Welîd ya li kolana Mesakin El Şurte (polîsan) gule li kesekî barandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Ev hemû bûyer, rewşên tevliheviya ewlehî û berbelavbûna tundiyê li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de nîşan didin.

(fr)