Li Şêxmeqsûdê komeke bazirganiya hişbirê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn komeke ku bazirganiya hişbirê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikir, girt.

Li Şêxmeqsûdê komeke bazirganiya hişbirê hat girtin
23 nîsan, 2025   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke bazirganiya hişbirê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê girtiye.

Navendê diyar kir ku hêzên wan duh li Şêxmeqsûdê komeke ku madeyên hişbir difirot, girt û 10 kîlo û 300 gram heşîşa hevîr a pê re jî desteser kir.

Her wiha navendê da zanîn ku Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir tevgerên komê şopandine û piştî komkirina delîlên têrker bi ser gumanbaran de girtiye û ew girtine.

Li gorî agahiyên navendê dane, endamên komê li xwe mikur hatin ku wan madeyên hişbir ji taxên din ên Helebê derbasî taxa Şêxmeqsûd dikirin.

(fr)