Rojnameyên erebî: Siûdî naxwaze Sûriye bibe qadek ji bo tevgera Qeter û Tirkiye

Rojnameyên erebî ku cih dan serdana rayedarên Erebistana Siûdî ya li Sûriyeyê diyar kir ku Erebistana Siûdî naxwaze Sûriyê bibe qadeke ku Tirkiye û Qeter bi awayekî azad lê tevbigerin. Der barê hevdîtina Trump û Pûtin de jî rojnameyan diyar kir ku  tevî niyetên her du aliyan a lihevkirinê hene, lê diyalog ne hêsan bû.

Rojnameyên erebî: Siûdî naxwaze Sûriye bibe qadek ji bo tevgera Qeter û Tirkiye
25 ÇILE, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîplomasiya Erebistana Siûdî ya li Sûriye û Lubnanê û gefa Trump a li Rûyayê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

ˈEREBÎSTANA SIÛDÎ BI ÇÛNA BER BI LUBNAN Û SÛRIYÊ VE LI BER E KU QADA HERÊMÎ AVA BIKEˈ

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye serdana Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan bo Lubnan û Sûriyê nirxand.  Rojnameyê diyar kir ku "Çavdêr di wê baweriyê de ne ku Erebistana Siûdî di rola xwe ya herêmî ku li Lubnan û Sûriyê pêk tê de, dê bi ti awayî Îranê povoke neke û ew ê diyalogê ligel wê bidomîne jî, eger ev yek serokê Amerîkayê Donald Trump bi hêrs bike jî."

Rojnameyê destnîşan kir ku Erebistana Siûdî dixwaze piştgirî û destekê bide gelê Sûriyeyê, di heman demê de naxwaze Sûriyê bibe qadeke ku Tirkiye û Qeter bi awayekî azad lê tevbigerin. Hate diyarkirin ku tevî ku Erebistana Siûdî baş dizane ku hewcedariya gelê Sûriyeyê bi destekeke lezgîn û mezin heye û baş dizane ku eger vê destekê pêşkêş neke wê doysaya Sûriyeyê ji destê wê derbikeve û bikeve destê qeterî û tirkan.

DIYALOGA PÛTÎN Û TRUMP

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser diyaloga di navbera Moskov û Trump de û wiha nivîsî "Moskov eleqeyek kêm nîşanî daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump da, ku tê de gef lê xwar ku eger çareseriyeke bilez ji şerê Ukraynayê re nebîne, dê sizayan li ser wê bisepîne."

Rojnameyê îşaret pê kir ku diyaloga herdu aliyan hêsan nebû û wiha domand "Tevî ku niyetên her du aliyan a lihevkirinê hebûn, lê wisa xuya bû ku baldariyek ji her du aliyan ve bûn. Dosyayên bi nakok gelek in û komî ser hev bûne, ji wan dosyayan; dosyayên du alî, şerê Ukraynayê, ewlehiya Ewropayê, siberoja pergala navneteweyî ne. Kremlin tercîh dike ku helwestek aram biparêze. Di heman demê de pabendbûna xwe bi diyalogên li ser bingeha zelaliya siyaseta amerîkî û pejirandina dan û standinên li ser bingeha prensîba diyaloga wekhev û rêzgirtina dualî, lê ne li ser bingeha prensîba "Amerîka bihêz" piştrast dike. Her wiha daxwazên ewlekarî yên Rûsyayê li ber çavan digire, ku sedema sereke ya şerê bi Ukraynayê rebû."

(bb)