ji bo Bavê Jîna Emînî biryara binçavkirinê hate dayîn

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî ragihand ku ji aliyê dadgeha Îranê ve hatiye bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hatiye dayîn.

ji bo Bavê Jîna Emînî biryara binçavkirinê hate dayîn
25 ÇILE, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Bavê Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê ‘polîsên exlaq’ yên rejîma Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin û bû çiruska Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, Emced Emînî têkildarî vexwendina wî ji bo dadgeha Îranê de li ser rupela xwe ya înstagramê agahiyan belav kir.

Emced Emînî diyar kir ku roja înî (24’ê Çileyê) ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Seqîzê ve dosyayek bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ û ‘belavkirina mijarên derew’ li dijî wî hate vekirin. Li ser vê yekê Emced Emînî ji bo dadgehê hate bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hate dayîn.

Emced Emînî destnîşan kir ku heta dema darizandinê dê were binçavkirin.

Têkildarî sedema vekirina dozê û binçavkirinê jî diyar kir ku ji ber belavkirina peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî bû.

Di 22’yê Çileyê de li seranserî Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiyên siyasî yên Kurd Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî greva giştî pêkhat. Tevayî bazar, dikan û cihên giştî girtî man. Her wiha li ser medya dijîtal jî çalakiyên bi vîdeo û belavkirina peyamên dijî cezayên darvekirinê hatin lidarxistin. Piştî vê yekê rejîma Îranê ve ku nekarî bi gef û zextên xwe pêşî li greva giştî bigire, pêlek ya girtin û binçavkirinê da destpêkirin. Bi dehan kes hatin binçavkirin û cezakirin û hîna jî berdewame.

Hêjayî gotinêye ku malbatên şehîd û qurbaniyên Şoreşa ‘Ji, Jiyan, Azadî’ li gel çalavan û welatparêzên azadîxwaz, ji aliyê rejîma Îranê bi berdewam rastî gelek zext û gefan tên. Gelek caran ji bo dadgehê hatine bangkirin û rastî êriş û qedexeyên cur be cur yên weke derketina dervey welat, binçavkirin û cezakirinê hatine.

(fk)