Rojnameyên erebî: Rêveberiya nû ya li Sûriyeyê di rewşeke lawaz de ye

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku rêveberiya HTŞ’ê ji ber paşeroja wê ya tundraw û ji ber barê giran ê ku rejîma Esed hiştiye, li hemberî hêzên erebî û navneteweyî di rewşeke lawaz de ye. Rojnameyan der barê plana DYA’yê ya dersînorkirinê de jî diyar kir ku ev plan dê fikarin mezin li ser bazara kar çêke.

Rojnameyên erebî: Rêveberiya nû ya li Sûriyeyê di rewşeke lawaz de ye
30 ÇILE, 2025   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de rewşa Sûriyeyê û plana nû ya serokê DYA’yê Donald Trump nirxandin.

‘LI SÛRIYEYÊ; YEKEMÎN SIYASET, DUYEMÎN ABORÎ, ÎDELOJÎ TIŞTEKÎ DIN E’

Der barê Sûriyeyê de rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku "Pêdiviya Sûriyeyê ya ji bo jinûveavakirinê û geşkirina aboriyê bi desteka diravî ya lezgîn mîna Plana Marshall ji bo jinûveavakirina Ewropaya rojava piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn heye. Lê pêdiviya welat bi pêkhatina siyasî ya maqûl heye ku civak jê bawer bike. Divê ev pêkhatina siyasî bi qanûnê ve were kontrokirin û bi şefafiyet kar bike. Divê rêveberên wê bi berpirsyarî karê xwe bikin, da ku desteka diravî jî bi bandor be. Her wiha welatên Kendava Erebî yan Yekitiya Ewropayê tenê pereyan dişînin."

Rojnameyê diyar kir ku rêveberiya nû ya li Sûriyeyê ji ber paşeroja xwe ya tundraw û ji ber barê giran ê ku rejîma Esed hiştiye, îro li hemberî hêzên erebî û navneteweyî di rewşeke lawaz de ye. Hate gotin: "Rêveberiya nû bi saya ku welat ji desthilata Esed rizgar kiriye, ji aliyê hundir ve hatiye qebûlkirin, lê tevî vê yekê jî li hemberî daxwazên cuda yên civaka Sûriyeyê di cihekî xurt de nîn e."

‘BI MILYONAN PENABER LI PÊŞBERÎ PLANA NÛ YA DONALD TRUMP IN’

Rojnameya El Raî ya Kuweytê jî destnîşan kir ku 30 milyon penaberên ku bi awayekî nerêxistinkirî li DYA’yê kar dikin, dê werin dersînorkirin. Rojnameyê da zanîn ku "Li DYA’yê, dê li her derê, li dibistan, zanîngeh, dêr, şîrket, dikan, navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan jî operasyonên berfireh ên destgîrkirinê pêk werin û penaber werin dersînorkirin.”

Hate diyarkirin "Li gorî hin raporan, biryara dersînorkirina penaberan dê di demên pêş de li DYA’yê bibe sedema aloziyeke aborî, mîna bihabûna xurekê ku ji her alî ve bi bacê têne kontrolkirin. Bi vî rengî dê valahiyeke mezin hebe ku fikaran li ser bazara kar çêke.”

(bb)