Di qezaya balafir û helîkopterek de herî kêm 20 kes mirin

Li Emerîkayê helîkopterek û balafirek ku nêzî 60 rêwiyan tê de bû li hevketin û li gorî agahiyan heta niha herî kêm 20 kesan jiyana xwe dest dan.

Di qezaya balafir û helîkopterek de herî kêm 20 kes mirin
30 ÇILE, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya cîhanî û berpirsên Emerîkî ragihandin ku di saetên zû yên sibehê de, balafirek ku nêzî 60 rêwiyan hildigirt bi helîkopterek leşkerî ya ji curê Black Hawk lihev ket. 

Hat ragihandin ku di encama qezayê de herî kêm 20 kes mirine.

Senatorê Komarî Roger Marshall got, balafireke rêwiyan ku 60 rêwî û 4 endamên balafirê tê de bûn, li helîkoptereke leşkerî ya Black Hawk li nêzî Balafirgeha Ronald Reagan a Washingtonê bi hev ketin û ketin xwarê.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) jî di daxuyaniyekê de ragihand ku di helîkopterê de 3 leşkerên Emerîkî hebûn û jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hate diyarkirin ku li çemê Potomac li nêzî Balafirgeha Ronald Reagan gelek cesedên qurbaniyan hatin dîtin, 4 kes di çem de sax hatin dîtin û hatin rizgarkirin.