Rojnameyên erebî: Rakirina cezayan ceribandinek e

Rakirina cezayan li ser Sûriyeyê rê li ber pirsên nû yên navxweyî vekiriye ku ji aliyê aborî wêdetir ber bi ceribandineke çareseriyên siyasî ve diçe. Di heman demê de, krîza Sûdanê wekî yek ji karesatên mirovî yên herî giran ên cîhanê derdikeve pêş ku hikumeta heyî û leşkerî dixe pêşiya berpirsyariyên qanûnî û exlaqî yên navneteweyî.

Rojnameyên erebî: Rakirina cezayan ceribandinek e
19 kanûn, 2025   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û bandorên wê yên navxweyî, tawanên li dijî hikumeta heyî ya li Port Sûdanê, her wiha siyaseta navxweyî ya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump nirxandin.

‘RAKIRINA CEZAYAN GAVEKE YEKEM E, LÊ SERKEFTINA NAVXWEYÎ ÇI YE?’

Rojnameya El Ereb ku cih da rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û diyar kir ku “rakirina cezayan ne dawiya rê ye, lê destpêka ceribandineke rasteqîn a veguherandina siyasî bo vejîneke nîştimanî ya berfireh e”.

Rojnameyê wiha nivîsand: "Divê ev kêlî veguhere nirxandineke berfireh a polîtîka û pêşîniyan, derî ji bo rexneyên avaker, çapemeniya azad û beşdariya siyasî veke.”

Li gorî rojnameyê, demokrasî û şefafî garantiyên aramiyê û avakirina baweriyê ne.

’’QIRKIRINA ETNÎK A BÊMASK’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser vê yekê ku rayedarên li Port Sûdanê û artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfettah El Burhan, bi pêkanîna qirkirin û paqijkirina etnîk li eyaletên Darfur, Kordofan û Cezîrê tên sûcdarkirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku “hewlên reva ji berpirsyariyê nikarin li hember delîl û çavdêriyên li ser erdê yên balê dikişînin ser wehşetên ku li ser bingeheke etnîk hatine kirin, bisekinin. Ev binpêkirineke aşkera ya qanûnên mirovî û exlaqî ye.”

Rojnameyê her wiha cih de rapora tora CNN’ê ku tê de hatiye gotin li eyaleta Cezîrê kuştinên sîstematîk hatine kirin û gorên komî hene, zêdetirî 150 hezar kes hatine kuştin û nêzî 12 milyon kes koçber bûne.

‘REWŞA NAVXWEYÎ YA TRUMP’

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî axaftina dawîn a serokê DYA’yê Donald Trump nirxand. Rojnameyêh diyar kir ku axaftina vê dawiyê ya Trump peyamên dubare dihewîne, bi giranî performansa wî bi Joe Biden re berawird dike û hewl dide ku serketinên mezin ên aborî tevî nîşaneyên nakok nîşan bide.

Li gorî rojnameyê, di axaftinê de her wiha îdiayên bidawîanîna nakokiyên navneteweyî hene, lê gihaştina çareseriyên dawîn tune ye. Her wiha balê dikişîne ser veberhênanên biyanî yên mezin ên bi qasî 18 trilyon dolarî, lê behsa bandoreke zelal li ser hêza dolarê amerîkî yan nîşaneyên makroaborî hebe, nake.

(b)